Îro hewa xweş bû. Bayekî hênik hebû şevaqê. Serê sibehê, bi apê xwe ra çûm nexweşxaneyê. Ji ber ku bijîşk ne li ciyê xwe bû, em vegeriyan. Em çûn çarşiyê. Piştî bi vir da, bi wir da çûyînê, min xatir ji wan xwest.
Çûm ber bi Camiya Silhedîn Eyûbî va. Paşê di ber Mezelên Şêxelîlê va çûm alî Deriyê Qulfayê. Ji ser cadeyê, min berê xwe da çiya, çûm ser sûrên wêran û talankirî. Hemû çîrok li ciyê xwe bûn. Deriyê Qulfayê hê jî heye, tiştek pê nebûye. Sûr bi sûr çûm. Hinek xanî xera bûbûn, hinek xalî bûbûn, hinek bêdeng, hinek bideng bûn. Li aliyê bakûr, li biniya sûran mala hevaleke min ya dibistanê hebû. Çewtî nebe, navê wê Siltan bû, baş nayê bîra min. Min meraq dikirin ka mala wan hê jî heye yan na. Ez çûm. Min mala wan dît. Kêfa min hat. Gelek xaniyên Farqînê ji bo bînayeyên dirêj û tahl hatine xerakirin. Mala wan hê jî hebû û bi bax û baxçe bû.
Ez çûm û çûm. Çûm heta ber Mala Beg. Pozên kevirên sivêrnekên vê malê wekî sûretên merivan hatine çêkirin. Qet neçûme hindirê malê. Çiqas di ber da diçim bihna min derdikeve. Nizanim çima. Li alî çiya du deriyên darîn yên mezin hene.
Meşiyam... Sûr, ji vir pêva saxlemtir maye. Her wiha veşartî jî mane. Berûberên, quntarên sûran baxçe ne. Darên qirase tê da hene. Wekî li çend derên din, li vir jî hinek nivîs hene li ser dîwarên sûran. Malên li vir xera nebûne. Tendûr jî hebûn. Dengên çivîkan xweş dihat. Xewn û xeyalên “Merwanî” li vir geş dibûn. Meriv, dengên wan jî dibihîst ji keviran.
Piştî derdora Mala Beg dîsa wêranî dest pê dikir. Parkek çêkirine lê dîrokê jê veşartine. Ji ber Baxçeyê Çayê va çûm ber bi Nexweşxaneya Kevn. Ji wir dîsa çûm ser sûran. Li nêzî Kaniya Derge sûr dîsa hatine xerakirin ku meriv nikare rê bibîne. Min ji vir pêva berê xwe da Arasê. Ji ber Arasê va çûm bi aliyê Mala Azîzoglu va. Li vir sûr didomin. Ber malê da çûm. Demekî, dema “xendekan” tîmên taybet ev mal kiribûn qereqol. Piçekî çûm. Min dît ku hê jî tê da ne, vegeriyam. Ber bi quntarên sûran va meşiyam. Tûrikên qûmê di paceyên malê da hebûn. Piştî ji malê derbas bûm dîsa çûm ser sûran. Piştî kurtexewnek hatim ciyê destpêkê û li vir tewafa sûran qediya.
Farqîn wêran bûye. Li her derî çayxane hene. Hemû çayxane tije ne. Qet vala nabin. Îroj çend saet li ser wan kursiyên çayxaneyan rûniştim. Meriv li ser wan kursiyan hişk dibe. Ev milet çawan li ser wan kursiyan rûdinê ez nizanim. Gava min ji yên li ba xwe ra got “meriv hişk dibe li ser van kursiyan”, çavên wan bel dibûn li min dinihêrtin. Dê xebat dîsan li Farqînê vegere.
Silav û nimêj ji we ra...
Farqîn
Downvoting a post can decrease pending rewards and make it less visible. Common reasons:
Submit
Congratulations @rehkal! You received a personal award!
You can view your badges on your Steem Board and compare to others on the Steem Ranking
Do not miss the last post from @steemitboard:
Vote for @Steemitboard as a witness to get one more award and increased upvotes!
Downvoting a post can decrease pending rewards and make it less visible. Common reasons:
Submit