Kelîn û Strîn

in kurdi •  5 years ago 

Dengê avê: kelîn.
Dengê blûrê: strîn.

Kilam ji avê ye.
Stran ji darê ye.
Yek bixwe dikele.
Yek meriv wê distrîne.
Yekî ziman hînê merivahiyê kir.
Yekî merivahiyê wê hînê zimên kir.
Yek nermîn e.
Yek hişkîn e.
Yek ji çandinê ye.
Yek ji hilberînê ye.
Yek tovî
û
Yek berî ye.

Authors get paid when people like you upvote their post.
If you enjoyed what you read here, create your account today and start earning FREE STEEM!